Li Herêma Kurdistanê 3 kesên bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Hejmara pêketiyên Koronayê li Herêma Kurdistanê bi ser 105 hezar kesan ket.
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 110 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 3 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 110 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 30 kes li Hewlêrê, 68 kes li Silêmaniyê û 12 kes li Duhokê ne.
Wezaretê diyar kir, di 24 demjimêrêm bûrî de 2 kesan li Hewlêrê û kesekî li Silêmaniyê bi Koronayê canê xwe ji dest dane.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 971 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.
Amarên giştî:
Pêketin: 105074
Mirin: 3439
Başbûn: 86785
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.