Mesrûr Barzanî: Em li ser piştgiriya mafên destûrî û çanda pêkvejiyana aştiyane berdewam dibin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel Fraksiyona Soyana li Encûmena Nûnerên Iraqê, rewşa siyasî û rewşa pêkhateyan gotûbêj kirin û tekezî li ser pabendbûna berdewam a hikûmetê bi piştgirîkirina mafên destûrî yên kiristiyanan û çanda pêkvejiyana aştiyane kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 16ê Mijdara 2026an, pêşwazî li şanda Fraksiyona Soyana li Encûmena Nûnerên Iraqê, bi serokatiya parlamenter Keldo Remzî û endamtiya parlamenter Samî Oşane û Îmad Yoxenna kir.
Di hevdîtinê de, derbarê guhertin û pêşhatên dawî yên siyasî yên Iraq û Herêma Kurdistanê û rewşa pêkhateyan — bi taybetî pêkhateya kiristiyan — bîr û ra hatin pevguhertin û tekezî li ser girîngiya parastina mafên wan û bilindkirina asta beşdariya wan di proseya siyasî û birêvebirinê de hat kirin.
Serokwezîr piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo mafên hemû pêkhateyên Iraq û Herêma Kurdistanê, bi taybetî kiristiyanan, dubare kir û tekezî li ser pabendbûna berdewam a hikûmetê bi piştgirîkirina mafên destûrî yên kiristiyanan û çanda pêkvejiyana aştiyane kir.
Di beşeke din a hevdîtinê de, tekezî li ser pêwîstiya bihêzkirina hevahengî û hevkariya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Encûmena Nûneran û hikûmeta federal de ji bo parastina mafên hemû pêkhateyên Iraqê hat kirin.