Li Tirkiyê 165 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Hejmara kesên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi sedema Koronayê canê xwe ji dest dane gihîşt 23 hezar û 997 kesan.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di heyama 24 demjimêran de 165 kes bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên nû yên taybet bi vîrusa Koronayê belav kir. Li gor amaran, 6 hezar û 436 kes bi vîrusa Covid-19 ketine. Herwiha 165 nexweşên Koronayê canê xwe ji dest dane.
Bi vî awayî hejmara kesên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi sedema Koronayê canê xwe ji dest dane gihîşt 23 hezar û 997 kesan û 2 milyon û 387 hezar û 101 kes jî bi wê vîrûsê ketine
Wezaretê diyar kiriye, Di nava rojekê de 8 hezar û 812 kesên din ji nexweşên Covid-19 baş bûne û hejmara kesên baş bûne gihîşt 2 milyon û 262 hezar û 864 kesan.