Li Herêma Kurdistanê 4 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê amarên nû yên Koronayê ragihandin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 77 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 4 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 77 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ku ji wan 17 kes li Hewlêrê, 22 kes li Silêmaniyê, 34 kes li Duhokê û 4 kes li Germiyanê ne.
Wezaretê diyar kir, di 24 demjimêrêm bûrî de 4 kesan ji ber vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dane. 1 kes li Hewlêrê, 2 kes li Silêmaniyê û 1 kes li Duhokê ye.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 923 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.
Amarên giştî:
Pêketin: 105416
Mirin: 3452
Başbûn: 90627
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.