Li Rojavayê Kurdistanê 21 kesên din bi Koronayê ketin
– Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, 21 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, 21 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên nû yên vîrûsa Koronayê belav kir û diyar 21 haletên pêketina bi Koronayê hatine tomarkirin: 4 kes li Hesekê, 2 kes li Qamişlo, 6 kes li Dêrikê, 1 kes li Girkê Legê, 2 kes li Reqayê û 2 kes li Tebqayê û 4 kes Dêrazorê ne.
Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku di nav 24 demjimêran de tenê 3 kes ji wê nexweşiyê baş bûne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 8420 kesan, ji wan 1194 kes baş bûne û 289 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.