Kombenda Kawa li Qamişlo dest bi karê xwe dike

Rewşenbîrên Rojava dibêjin, Kombenda Kawa di xizmeta çand û kultura kurdî de, xwedî kedek demdirêj e.

Kombenda Kawa
Kombenda Kawa

Qamişlo (K24)   Kombenda Kawa ya Çanda Kurdî karê li rojavayê Kurdistanê dest pê dike û yekemîn çalakî bi danasîna kombendê hat lidarxistin. Rewşenbîrên Rojava dibêjin, Kombenda Kawa di xizmeta çand û kultura kurdî de, xwedî kedek demdirêj e.

Piştî 50 salî ji xizmeta çand, huner û kultûra kurdî, Kombenda Kawa ya Çanda Kurdî dest bi karê xwe li bajarê Qamişlo dike û pirtûkxaneyekê vedike. Li kafêya Qelaa, Kombenda Kawa dê çalakiyên xwe bi rê ve bibe û berhemên xwe jî lê pêşkêş bike. Ev Kombend bi dehan semînar li darxistine ku mebest jê danasîn bi çand û civaka kurdî ye.

Rewşenbîrên rojavayê Kurdistanê amaje bi wê yekê dikin, Kombenda Kawa xwedî ked e di xizmeta çanda û pêşxistina hişmendiya kurdî de û didin zanîn jî ku di salên 80î de berhemên kombendê xwedî rola sereke bûn di warê pêşkêşkirina pirsa kurdî.

Kombenda kawa ya çanda kurdî di sala 1978an de li Beyrûtê hat damezrandin. Damezrênerên wê dîtin ku pêwîstî bi karekî wiha heye ji bo milet û nasnameya kurdî bi herkesî bidin nasîn. Karê kombendê jî berdewamiya ji karê Komela Xoybûn û dibistana Bedirxanî re ye.