Li Tirkiyê 149 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê 149 kesên din bi vîrûsa koronayê canê xwe ji dest dan û nêzîkî 6 hezar kes jî bi Korona ketin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê 149 kesên din bi vîrûsa koronayê canê xwe ji dest dan û nêzîkî 6 hezar kes jî bi Korona ketin.
Wezareta Tendirustiya Tirkiyeyê da xuyakirin, hejmara nexweşên giran daketiye 2003 kesan û di hejmara pêketî û nexweşên rojane de jî daketin heye.
Da zanîn, di heyama 24 demjimêran de 149 kes bi koronayê canê xwe ji dest dane û 5 hezar û 967 kesên din jî bi korona ketin.
Bi vî awayî hejmara kesên li Tirkiye û bakurê Kurdistanê bi koronayê canê xwe ji dest dane gihişt 24 hezar û 789 kesan û hejmara pêketiyan jî gihişt 2 milyon û 418 hezar û 472 kesan.