Di serdema Koronayê de pirtûk zêde tên xwendin
Pirtûkfiroş jî diyar dikin êdî ji hemû nifşên civakê, zêdetir xwendevanên pirtûkan çêbûne.
Stenbol (K24) – Li cîhanê piştî belavbûna Koronayê êdî piraniya wextê mirovan li mal derbas dibe. Li gel vê yekê gelek mirov ji bo ku wextê xwe baş derbas bikin berê xwe dane xwendina pirtûkan. Bi vê yekê re hem firotina pirtûkan zêde bûye hem jî dinav civakê de rêjeya xwendinê.
Piştî derketina Koronayê ji ber karantina û qedexeyên derketina derve mirov ji hemû deman zêdetir di malên xwe de man. Li gel vê yekê mirovên mayîn mal de ji bo ku wextê xwe baştir derbas bikin zêdetir xwe dane pirtuk xwendinê. Li firoşgehên pirtukan jî vê yekê xwe nîşan daye û kesên bikarin diçin firoşgehan pirtûkan dikirin yên nekarin jî bi rêya înternetê pirtukan dikirin. Pirtûkfiroş jî diyar dikin êdî ji hemû nifşên civakê, zêdetir xwendevanên pirtûkan çêbûne û vê jî bandorek baş li ser karê wan kiriye.
Pirtûkfirşek ji K24ê re dibêje: “Ji ber pandemiya Koronayê niha eleqeyek zêdetir bo pirtukan heye.Lê gelek kes ji ber koronayê ditirsin bên firoşgehan lewma em piranî li ser înternetê pirtukan difiroşin û bi kargoyê rêdikin ji wan re.Niha rewşa me ji berê baştir e.”
Xwendevanên pirtukan jî dibêjin bi rêya qedexeya derketina derve ji ber ku wextê wan yê vale zêdetir bûye ew ji her deman zêdetir pirtukan dixwînin lewma ji wî alî ve koronayê derfeta pirtuk xwendinê bo wan çêkiriye.
Welatiyek jî dibêje: “Ji ber ku em niha di mal de gelek dimînin ez zêdetir pirtûkan dixwînim.Bi rêya pirtukan em ji stres û zehmetiyên vê rewşa niha dûrdikevin.Li gor min niha tişta herî baş ewe ku em pirtukan bixwînin û bi rêya wê xwe pêşbixin.”
Li Tirkiyê ev nêzîkî 2 heyv in her hefte 2 rojên qedexeya derketina derve heye.Lewma welatiyên ku dixwazin wextê xwe têr û tije derbas bikin û tiştekê li ser xwe zêde bikin berê xwe dane pirtuk xwendinê.Li gel vê yekê hem firotina pirtukan zêde bûye hem jî rêjeya xwendinê.