Amarên nû yên Koronayê li Herêma Kurdistanê
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê amarên nû yên Koronayê ragihandin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 58 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û kesekî jî canê xwe ji dest daye.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 58 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 16 kes li Hewlêrê, 21 kes li Silêmaniyê, 13 kes li Duhokê û 8 kes li Germiyanê ne.
Wezaretê diyar kir, di 24 demjimêrêm bûrî de kesekî li Germoiyanê ji ber vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest daye.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 965 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.
Amarên giştî:
Pêketin: 105608
Mirin: 3456
Başbûn: 93490
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.