Parlamenterê Kurd: Divê ji bo dîtina kolberên winda, bilez bi Tirkiyê re pêwendî were kirin
Endamekî Kurd yê Parlementoya Îranê daxwaz ji hikûmeta Îranê kir demildest bi Tirkiyê re hemahengiyê bike, da ku tîmên hawarçûnê di nav xaka Tirkiyê de li wan kolberên Kurd yên ku di bin aşûtê de mabûn, bigerin.
Navenda Nûçeyan (K24) - Endamekî Kurd yê Parlementoya Îranê daxwaz ji hikûmeta Îranê kir demildest bi Tirkiyê re hemahengiyê bike, da ku tîmên hawarçûnê di nav xaka Tirkiyê de li wan kolberên Kurd yên ku di bin aşûtê de mabûn, bigerin.
Çend roj berê 5 kolberên Kurd yên xelkê gundê Kuran yê bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê, li gundê Dirîşk yê bajarê Gever yê Bakurê Kurdistanê di bin aşûtê de man.
Tê gotin ku tevahiya wan canê xwe ji dest dane lê hîn termên wan nehatine dîtin û Tirkiye jî nahêle ne malbatên wan ne jî tîmên hikûmeta Îranê li wan bigerin.
Ji ber wê jî, parlementerê Kurd û nûnerê bajarê Mehabadê li Parlamentoya Îranê Celal Mehmûdzade nameyek ji Wezareta Navxwe ya Îranê re şand û nameyek jî Wezareta Derve ya Îranê re şandiye.
Celal Mehmûdzade ji wan her du wezaretên Îranê daxwaz kiriye, demildest bi Tirkiyê re hemahengiyê bikin da ku tîmên hawarçûnê di nav xaka Tirkiyê de li wan kolberan bigerin, ji ber ku malbatên wan gelekî nîgeran û perîşan in.