Li Herêma Kurdistanê barîna berf û baranê dest pê dike
Li gor pêşbîniyên keşnasiyê, di dawiya vê hefteyê de barîna berf û baranê li Herêma Kurdistanê dest pê dike û dê çend roj bidome.
Hewlêr (K24) – Li gor pêşbîniyên keşnasiyê, di dawiya vê hefteyê de barîna berf û baranê li Herêma Kurdistanê dest pê dike û dê çend roj bidome.
Rêveberiya Keşnasî û Erdhejê ya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê pêşbîniyên keş û hewayê bo çend rojên bê, eşkere kir.
Li gor pêşbîniyan, roja pêncşema bê, 28ê Çileya 2021ê esmanê Herêma Kurdistanê dê biguhere û destpêkê baran bibe û li deverên bilind ên çiyayî jî berf tê payîn.
Rêveberiya Keşnasî û Erdhejê destnîşan kir ku bandora vê pêla baran û berfê, dê heta roja yekşema bê, li Herêma Kurdistanê bidome.