Li Hewlêrê du polîsan jinek ji xwekuştinê rizgar kir
Li paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê, du polîsan jineke Ereb ji xwekuştinê rizgar kir.

Hewlêr (K24) – Li paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê, du polîsan jineke Ereb ji xwekuştinê rizgar kir.
Berdevkê Polîsê Hewlêrê Fazil Hacî bi daxuyaniyekê ragihand; du polîsan jinek ji xwekuştinê rizgar kir.
Fazil Hacî eşkere kir ku niyeta wê hebûye xwe ji ser pirê biavêje û polîsan ew zeht kirine.
Li gor zanyariyên Kurdistan24ê; jina ku dixwest xwe biavêje, welatiyeke Ereb e û ji Bexdayê ye. Kêşeya wê ligel hevjîn û malbata xwe hebûye, loma piştî cudabûna ji hevjînê xwe, hatiye Hewlêrê û niha li cem hevaleke xwe dijî.
Di despêka lêpirsînê de gotiye niyeta wê ya xwekuştinê tinebû, lê piştre li xwe mikur hatiye ku "ji aliyê derûnî ve westiyaye, loma xwestiye dawî li jiyana xwe bîne".