Li Rojavayê Kurdistanê 30 kesên din bi Koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, 30 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin.

Nexweşxaneya Hesekê ya Covid-19
Nexweşxaneya Hesekê ya Covid-19

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, 30 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên nû yên vîrûsa Koronayê belav kir û diyar 30 haletên pêketina bi Koronayê hatine tomarkirin: 6 kes li Hesekê, 2 kes li Qamişlo, 4 kes li Dêrikê, 2 kes li Girkê Legê, 9 kes li Reqayê û 7 kes li Dêrazorê ne.

Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku di nav 24 demjimêran de tenê 8 kes ji wê nexweşiyê baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 8450 kesan, ji wan 1202 kes baş bûne û 289 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.