Li Herêma Kurdistanê 5 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê amarên nû yên Koronayê ragihandin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 70 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 5 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 70 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ku ji wan 6 kes li Hewlêrê, 23 kes li Silêmaniyê, 39 kes li Duhokê û 2 kes li Germiyanê ne.
Wezaretê diyar kir, di 24 demjimêrêm bûrî de 5 kesan canê xwe ji dest dane, ji wan 3 kes li Silêmaniyê û 2 kes li Duhokê ne.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 940 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.
Amarên giştî:
Pêketin: 105839 kes
Mirin: 3464 kes
Başbûn: 96340 kes
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.