Helbestvan Deham Hesen koça dawiyê kir
Deham Hesen ji zû ve dest bi nivîsandina helbestê û kurteçîrokan kiribû û di pişt re jî di warê rewşenbîrî û siyasî de jî dinivîsand.
Navenda Nûçeyan (K24) – Helbestvanê kurd ê ji bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê Deham Hesen îro di 75 saliya xwe de koça dawiyê kir.
Peyamnêrê K24ê li Qamişlo da zanîn, helbestvan û nivîskar Deham Hesen ji ber krîza dil, îro li bajarê Qamişlo koça dawiyê kir.
Helbestvan Deham Hesen jidayikbûna sala 1946an e. Di ciwaniya xwe de tevlî karê siyasî bû û di sala 1962an de ji aliyê rêjîma Sûriyê ya wê demê ve hate binçavkirin.
Nivîskar Deham Hesen derçûyê fakulteya Wêjeya Erebî bû û ji zû ve dest bi nivîsandina helbestê û kurteçîrokan kiribû û di pişt re jî di warê rewşenbîrî û siyasî de jî dinivîsand.