Li Rojavayê Kurdisanê 7 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Li rojavayê Kurdistanê 7 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) canê xwe ji dest dan.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li rojavayê Kurdistanê 7 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) canê xwe ji dest dan.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên nû yên vîrûsa Koronayê belav kir û diyar kir, 7 kesan canê xwe bi Koronayê ji dest dane û 13 haletên pêketina bi Koronayê jî hatine tomarkirin.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê aşkere kir ku di nav 24 demjimêran de tenê 8 kes ji wê nexweşiyê baş bûne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 8463 kesan, ji wan 1210 kes baş bûne û 296 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.