Derbarê vekirina dibistanan de biryar tê dayîn
Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê li Hewlêrê dicive.
Navenda Nûçeyan (K24) – Biryar e îro Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê li Hewlêrê bicive û biryarê derbarê vekirina dibistanan de bide.
Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî ji K24ê re ragihand, di civîna îro ya Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê de guftûgo li ser çawaniya vekirina dibistanan bi girtina rêkarên tendirustiyê tê dayîn.
Dr. Saman Berzincî diyar kir, di civînê de guftûgo li raportên ku ji aliyê Wezareta Tendirustiyê û Wezareta Perwedehiyê ve hatine amadekirin tên kirin.
Pêştir bi biryara Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê xwendina pola 12ê amadehiyê ji roja 16.1.2021an ve hatibû destpêkirin. Îro jî biryar li ser mîkanîzma xwendina polên 1ê seretayî ta 11ê amadehiyê li nava dibistanan tê dayîn.