Wezîrê Perwerdeyê: 7ê vê mehê dibistan tên vekirin

Wezîrê Perwerdehî yê Herêma Kurdistanê Alan Heme Seîd ragihand; roja 7ê vê mehê, deriyên dibistanan têne vekirin û pêvajoya perwerdeyê li hemû qonaxên xwendinê dest pê dike.

Berdevkê Hikûmetê Cotyar Adil û Wezîrê Perwerdehiyê Alan Heme Seîd
Berdevkê Hikûmetê Cotyar Adil û Wezîrê Perwerdehiyê Alan Heme Seîd

Hewlêr (K24) – Wezîrê Perwerdehî yê Herêma Kurdistanê Alan Heme Seîd ragihand; roja 7ê vê mehê, dibistan têne vekirin û pêvajoya perwerdeyê li hemû qonaxên xwendinê dest pê dike.

Piştî civîna Lijneya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê, Wezîrê Perwerdehiyê Alan Heme Seîd û Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil civîneke çapemeniyê ya hevbeş li dar xistin û Alan Heme Seîd diyar kir: “Roja 6ê vê mehê, rêveber û stafên îdareyê yên hemû navendên perwerdeyê dê serdana dibistanan bikin, da ku ji bo roja 7ê vê mehê amadekarî bikin, ku roja destpêrkirina fermî ya perwerdehiyê ye.”

Alan Heme Seîd eşkere kir ku amarên van demên dawî yên Koronayê li Herêma Kurdistanê dilxweşker in, lê divê ev yek jî li ber çavan were girtin ku li welatên derdor, rêkarên xweparêziyê têne tundkirin û tê pêşbînîkirin ku rêjeya pêketina vê vîrusê ber bi zêdebûnê ve biçe, ji ber vê yekê, di civîna lijneyê de biryar hat dayîn ku di 23ê vê mehê de cardin civîneke din ji bo nirxandina rewşê were encamdan.

Li ser çawaniya dewama li qonaxên perwerdehiyê, Alan Heme Seîd eşkere kir ku her qonaxek di hefteyekê de tenê 3 roj dê biçin dibistanê û ev biryar hemû navendên perwerdehiyê yên hikûmî û nehikûmî li xwe digre.