Li Tirkiyê 117 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Hejmara kesên bi Korona jî canê xwe ji dest dane 26 hezar û 350 kesan derbas kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zêdetir ji 8 hezar kesî bi vîrûsa Korona ketin û 117 kes jî bi korona canê xwe ji dest dan.

Wezareta Tendirustiya Tirkiyê da xuyakirin, di pişkinînên 24 demjimêran de encamên 8 hezar û 102 kesan pozîtîf derketine û 117 kes jî bi korona canê xwe ji dest dane.

Bi amarên dawî hejmara pêketiyên Korona gihişt du milyon û nîvan û hejmara kesên bi Korona jî canê xwe ji dest dane 26 hezar û 350 kesan derbas kir.

Li Tirkiyeyê bi wergirtina vaksînên ji Çînê, zêdeti ji hefteyan e proseya vaksînê berdewam dike. Bijîşk jî dibêjin, divê heta 3 mehan herî kêm 60 milyon kes werin vaksînkirin da ku bandora Koronayê li ser xelkê bê şikestin.