Konsulê Filistînê spasiya piştgiriya berdewam a Herêma Kurdistanê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyoz Nizar El-Exres, Konsulê Giştî yê nû yê Filistînê li Herêma Kurdistanê kir û hemû piştgiriya hikûmetê ji bo serxistina erkê wî nîşan da.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Duşemê (16ê Mijdara 2026an), pêşwazî li Balyoz Nizar El-Exres, Konsulê Giştî yê nû yê Filistînê li Herêma Kurdistanê kir.

Serokê Hikûmetê tevî pîrozbahiya bi boneya destbikarbûna wî, hêviya serkeftinê jê re xwast û hemû piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji bo serxistina erkê wî derbirî.

Konsulê Giştî yê Filistînê silav û rêzên Serokê Filistînê Mehmûd Ebas gihandin Serokwezîr, tekezî li ser girîngiya bihêztirkirina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Filistînê kir û spasiya piştgiriya berdewam a Herêma Kurdistanê ya ji bo gelê Filistînê kir.