Li Tirkiyê 103 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hejmara kesên bi Korona jî canê xwe ji dest dane gihîşt 26 hezar û 900 kesan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 103 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covîd-19) canê xwe ji dest dan.

Wezareta Tendirustiya Tirkiyê da xuyakirin, di pişkinînên 24 demjimêran de encamên 8 hezar û 103 kesan pozîtîf derketine û 103 kes jî bi Korona canê xwe ji dest dane.

Bi amarên dawî, hejmara pêketiyên Korona gihişt 2 milyon 449 hezar û 273 kesan û hejmara kesên bi Korona jî canê xwe ji dest dane gihîşt 26 hezar û 900 kesan.

Amaje bi wê jî da, Hejmara kesên ji Koronayê baş bûne, gihîşt 2 milyon 449 hezar û 273 kesan.

Li Tirkiyê bi wergirtina vaksînên ji Çînê, proseya vaksînê berdewam dike.