Li Rojavayê Kurdistanê 13 kesên din bi Koronayê ketin
Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser amarên nû yên Koronayê belav kirin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, 13 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên nû yên vîrûsa Koronayê belav kir û diyar 13 haletên pêketina bi Koronayê hatine tomarkirin, ji wan 3 kes li Hesekê, 1 kes li Dêrikê, 1 kes li Reqayê, 6 kes li Tebqayê û 2 kes li Dêrazorê ne.
Dr. Ciwan Mistefa diyar kir jî, ti haletên canjidestdana bi Koronayê nehatine tomarkirin û 2 pêketiyên Koronayê jî baş bûne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 8543 kesan, ji wan 1224 kes baş bûne û 296 kesan jî canê xwe ji dest dane.