Emîna Mewlûdiyan hevjîna hunermend Mamlê koça dawiyê kir

Hevjîna hunermendê navdar Mihemed Mamlê, Emîna Mewlûdiyan li bajarê Mehabadê koça dawiyê kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevjîna hunermendê navdar Mihemed Mamlê, Emîna Mewlûdiyan li bajarê Mehabadê koça dawiyê kir.

Wirya Mamlê, kurê hunermend Mamlê ew nûçe piştrast kir û ragihand, îro berbangê diya wî Emîne Mewlûdiyan di temenê 84 saliyê de koça dawiyê kir.

Emîne Mewlûdiyan sala 1936an ji dayik bûbû û keça efser û fermandarê naskirî yê Komara Kurdistanê li Mehabadê Mihemedî Mewlûdiyan (Hemedê Mewlûdiyan Çerçî) ye.

Hunermendê kurd ê navdar Mihemed Mamlê sala 1925 li bajarê Mehabadê ji daîyk bûbû û sala 1999 koça dawî kiribû.

Emîne Mewlodiyan
Emîne Mewlodiyan