Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê piştî salekê perwerdehiya li dibistanan dest pê dike

Metirsî û gumanên perwerdekaran hene û tînin ziman ku şert li gor pandemiyê nehatine plankirin.

Perwerdeya li dibistanan
Perwerdeya li dibistanan

Diyarbekir (K24) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi kêmbûna haletên vîrusa Koronayê re, perwerdehiya rû bi rû ku salekî bû nedihat kirin jî dest pê dike. Lê metirsî û gumanên  perwerdekaran hene û tînin ziman ku şert li gor pandemiyê nehatine plankirin, loma jî divê destpêkirina perwerdeya rû bî rû bibe sedem ku pêleke nû ya pandemiyê dest pê bike.

Pêvajoya perwerdehiyê ya rû bi rû li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dest pê kiriye, lê gengeşî jî li ser destpêkirinê berdewam in. Perwerdekar radigihînin ku ew piştgirên perwerdehiya rû bi rû ne , lê divê şert jî li gor pandemiyê bên plankirin.

Rêvebirê Sendiqaya Kedkarên Zanist û Perwerdehiyê Egîtîm- Senê Volkan Tuncer daxuyand ku di pandemiyê de, zarokên feqîr û hejaran ji perwerdehiyê bêpar mane û ji bo ku ew kêmderfetî berdewam nekin jî divê demek zûtir tevdîr bên wergirtin.

Volkan Tuncer ji Kurdistan24ê re diyar kir: “Em ji destpêkê ve piştgiriya perwerdehiya rû bi rû dikin. Ji ber ku em perwerdekar girîngiya perwerdehiya li gel zarokan baştir dizanin ev daxwaza me jî bû. Lê em dibînin ku budçeyeke bes û baş ji bo perwerdehiyê nehatiye terxankirin û amadekariyên pêwist ku em û zarok; xwe ji nexweşînê biparêzin jî nehatine bicihkirin. Bi taybetî di destpêkirina perwerdehiya li gundan de, me vê xetereyê baştir dît.”

Mamoste tînin ziman ku divê perwerdekar bihatina vaksînkirin û hem dema veguhastinan de, hem jî li dibîstanan divê şert li gor pandemiyê bihatina amadekirin, lê li dibistanên gundan ku perwerde destpê kiriye, 15-17 kes li heman mînîbusê siwar dibin û di her polekê de 20-30 xwendekar hene.

Fesîh Zîrek jî mamoste ye û li dibîstanan dest bi dayîna perwerdehiyê kiriye, radigihîne ku bi plansaziyeke gelek xirab perwerdehiya rû bir û dest pê dike û ev rewş hem mamosteyan, hem xwendekara û bi wan re hemû ciivakê dike bin metirsiyan.

Mamoste Fesîh Zîrek dibêje: “Me berê di serî de jî gotibû û em niha jî dibêjin, perwerdehî ger ku rû bi rû bê kirin wate û sûdbexşiya xwe dibîne. Lê, em dibêjin ku heger şert û plansaziya wê perwerdehê hatibe kirin bila dest pê bike. Tiştê kul i hember perwerdehiya rû bi rû asteng e çi ye, tenduristî ye, tenduristiya zarokan, perwerdekaran û hemû civakê ye. Wexta ku tenduristî bikeve xetereyê wê demê wateya perwerdehiyê jî namîne. Loma jî divê pêdivîyên wek mercên parastina mesafeyê û melzemeyên xweparastinê, bi qasî pêwist li her dibistanan hebin.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 15ê Sibatê de, dibistanên li gundan hatin vekirin û piştî salekî perwerdehiya rû bi rû dest pê kir û biryar e jî piştî 1’ê Adarê li hemû dibîstanan perwerdehî dest pê bike. Sendîqayên perwerdekaran jî daxwaz dikin ku bergiriyên pêwist bên girtin da ku metirsiyên tenduristiyê peyda nebin.