Li Hewlêrê bûyera trafîkê: 2 karkerên şaredariyê canê xwe ji dest dan
Ji ber bûyereke trafîkê ya li ser cadeya 120 metre ya Hewlêrê, vê sibê 2 karkerên şaredariyê canê xwe ji dest dan.
![Dîmenek ji cihê bûyerê](https://d2wqffb2bc8st5.cloudfront.net/images/Feb-2021/1613809168Rudawi-Hatucho-Hawler.jpg)
Hewlêr (K24) – Ji ber bûyereke trafîkê ya li ser cadeya 120 metre ya Hewlêrê, vê sibê 2 karkerên şaredariyê canê xwe ji dest dan.
Berdevkê Rêveberiya Trafîkê ya Hewlêrê Fazil Hacî ji Kurdistan24ê re ragihand: “Wesayîteke şaredariyê li ser rêya cadeya 120 metre li wesayîteke barhilgir ket û di encama bûyerê de du karkerên şaredariyê jiyana xwe ji dest dan.”