Li Rojavayê Kurdistanê 2 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser amarên dawiyê yên Koronayê belav kirin.

Nexweşxaneya Hesekê ya Covid-19
Nexweşxaneya Hesekê ya Covid-19

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 2 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) canê xwe ji dest dane.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên dawiyê yên vîrûsa Koronayê belav kirin û diyar kir, 3 haletên pêketina bi Koronayê hatine tomarkirin û 2 kesan jî bi wî vîrûsê canê xwe ji dest dane.

Li gor daxuyaniyê; li Rojavayê Kurdistanê, kesekî jî ji vê nexweşiyê baş bûye.

Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 8595 kesan, ji wan 1343 kes baş bûne û 313 kesan jî canê xwe ji dest dane.