Li Herêma Kurdistanê 2 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê amarên dawiyê yên Koronayê belav kirin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 129 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 2 kesan jî bi Koronayê canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 129 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ku ji wan 71 kes li Hewlêrê, 18 kes li Silêmaniyê, 35 kes li Duhokê û 5 kes li Germiyanê ne.
Wezareta Tendirustiyê diyar kir, ji ber Koronayê 2 kesan li Duhokê canê xwe ji dest dane. Li ser hejmara nexweşên baş bûne jî, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 67 kes ji vê nexweşiyê baş bûne.
Amarên giştî:
Pêketin: 108062 kes.
Mirin: 3510 kes.
Başbûn: 103078 kes.
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.