Li Herêma Kurdistanê 6 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Hejmara pêketin û canjidestdana bi vîrûsa Koronayê careke din li Herêma Kurdistanê zêde dibe.

Testkirina vîrûsa Koronayê li nexweşxaneyeke Herêma Kurdistanê
Testkirina vîrûsa Koronayê li nexweşxaneyeke Herêma Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 199 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 6 kesan jî bi Koronayê canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 199 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ku ji wan 109 kes li Hewlêrê, 36 kes li Silêmaniyê, 50 kes li Duhokê û 3 kes li Germiyanê ne.

Wezareta Tendirustiyê diyar kir, ji ber Koronayê 6 kesan canê xwe ji dest dane, ji wan 2 kes li Hewlêrê, 1 kes li Duhokê û 3 kesan li Germiyanê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 97 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Amarên giştî:

Pêketin: 108437 kes.

Mirin: 3519 kes.

Başbûn: 103252 kes.

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.