Baregeha Barzanî: Îsal li Goristana Nemiran merasîma bîranînê nayê lidarxistin
Ji ber vîrusa Koronayê û parastina tenduristiya welatiyan, îsal merasîma bîranînê li ser Goristana Nemiran nayê lidarxistin.
Hewlêr (K24) - Baregeha Barzanî ragihand; ji ber vîrusa Koronayê û parastina tenduristiya welatiyan, îsal merasîma bîranînê li ser Goristana Nemiran nayê lidarxistin.
Baregeha Barzanî li ser ziyareta Goristana Nemiran li devera Barzan daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, îsal ji ber vîrusa Koronayê û parastina welatiyan ti merasimek li ser Goristana Nemiran nayê lidarxistin.
Baregeha Barzanî spasiya xelkê Kurdistanê kiriye û hêviya selametî û tenduristiyê ji wan re xwestiye.
Her sal di meha Adarê de, ji seranserê Kurdistanê û cîhanê, Kurd diçin ziyareta Goristana Nemiran li Barzan û peymana xwe bi rêbaza Kurdî û Barzaniyê Nemir re dubare dikin.
Li Goristana Nemiran, Mela Mistefa Barzanî û kurê wî yê mezin Îdrîs Mistefa Barzanî di ebediyetê de nivistîne.