Neymar rojbûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîroz dike

Neymar da Silva, bi boneya roja jidayikbûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, peyameke vîdyoyî jê re dişîne.

Navenda Nûçeyan (K24) – Stêra topapê yê Brazîlî û tîma Paris Saint Germain Neymar da Silva, bi boneya roja dayikbûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, peyameke vîdyoyî jê re dişîne.

Neymar di vîdyoyê de dibêje: "Silav Mesrûr Barzanî, rojbûna te pîroz be û ez hêvîdar im ku roja we xweş be. Xwedê te biparêze.”

Mesrûr Barzanî roja 02/03/1969 li gundê Dîlman ê li balekayetî ji dayik bûye û temenê wî bû 52 salî.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di kongireya 13emîn a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ku di sala 2010ê de hatibû girêdan, dengên herî zêde yên beşdaran bi dest ve anîn û wek endamê Polîtburoya PDKê hat hilbijartin.

Bi fermana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, bi biryara hejmar (68) di 30/04/2012an de ji bo serperiştîkirina dezgehên asayiş, hewalgîriya leşkerî û dezgeha hewlgîriyê wek Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê hat erkdarkirin.

Piştî Tebaxa 2014'an, li hemberî êrîşên teroristên DAIŞ'ê yên li ser Herêma Kurdistanê û rûbirûbûna wê, Odeya Operasyona Hevbeş ligel hevpeymanan ava kir. Pêkanîna vê odeya hevbeş, roleke wê ya bi bandor di arastekirina êrîşên asmanî û birêvebirina operasyonên meydanî li djî teroristan hebû. Herwiha Mesrûr Barzanî ligel Serok Barzanî bi awayekî meydan li bereyên şer amade bû û beşdarî di serperiştîkirina piraniya operasyonên li dijî DAIŞê de kir.

Mesrûr Barzanî, damezirêner û Serokê Fexrî yê Borda Zanîngeha Amerîkî - Kurdistanê li Duhokê ye ku di meha Berçileya 2013an keviyê binyatê yê wê projeyê hatibû danîn.

Mesrûr Barzanî xêzandar e û bavê sê kur û keçekê ye (Yasmîn, Arîn, Berzîn, Aran).

Ew bi şarezayî zimanên kurdî, farisî û ingilîzî diaxive, dinivîsîne û dixwîne û zimanê erebî jî têdigihe. Di warê huner û werzişê de şarezayîya wî di şêwekarî û siwariya hespan de heye.