Qesra Merwaniyan di nava Keleha Diyarbekirê de hat vedîtin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê bi lêkolînên Pisporê Dîroka Merwaniyan Doktor Erefat Yaz Qesra Merwaniyan hat vedîtin. Qesir di nava Bircên Diyarbekir de cih digire û teqrîben 1000 sal barê hatiye avakirin û xebatên derxistina holê ya qesra dîrokî didomin û Doktor Erefat Yaz bang dike ku divê demildest bo vedîtin û parastina berhemên wisa komîsyonek were avakirin.

Di nava Bircên Diyarbekirê ên navdar û dîrokî de berhemek wisa hat kifşkirin ku ji aliyê dewleta Kurd Merwaniyan ve 1000 sal berê hatiye avakirin. Ev berhem Qesra Merwaniyan e. Di nava Sûr a Diyarbekirê de 18 jê di nava kelehê de 82 jî derveyî kelehê de bi tevahî 100 birc hene.  Berhema hatî dîtin Qesra Merwaniyan di nava birca 75. de cih digire. Qesra Merwaniyan bi hewildan û lêkolînên Pisporê Dîroka Merwaniyan Doktor Erefat Yaz  hatiye kifşkirin . Qesir di Keleha Navîn de li aliyê Rojhilatê Bakur e û  Qesra Hikumdarê Merwaniyan Ebu Tahir Yusif Bîn Dimne ye. Doktor Arafat Yaz dibêje berhema ku derketî holê berhemek girîng û hêja  ye û divê bo derxistin û parastina van berheman komîsyonek teybet were avakirin.

Pısporê Dîroka Merwanıyan Doktor Erefat Yaz ji K24ê re got: “Qesra Merwaniyan ji aliyê Ebu Tahir Yusif Bîn Dimne di navbera 999-1024-25ê de teqrîben 1000 sal berê hatiya avakirin. Ebu Tahir Yusif Bîn Dimne piştî ku dibe walî û vê derê bi dest dixe dixwaze li cihê herî xweş, di nav Keleha Diyarbekir de qesrekî çêbike. Li vê derê hember Çemê Dîcleyê ku dîmenek xweş e qesrê çêdike.”

Pisporê Dîroka Merwaniyan Doktor Erefat Yaz di wê baweriyê de ye ku hîn gelek avahiyên girîng û bedew di nava Keleha Navîn de hene ku li benda rizgarkirinê ne û gelek berhem jî ji ber sedemên curbecur zirar dîtine û hîn jî dibînin. Derbarê Qesra Merwaniyan de nîqaş jî hene ku tê îddakirin ew avahiya wek Qesra Merwaniyan tê pênasekirin di rastiyê de cebilxane ye. Lê Doktor Erefat Yaz dibêje bi belgeyan eşkere ye ku ev avahî qesra Merwaniyan e.

Doktor Erefat Yaz dibêje: “Îbnûl Ezrak behsa vê derê dike, di qerna 12. de jiyaye. Yê yekem behsa vê derê dike ew e. Dibêje, qesir li Rojhilatê Amedê ye, ser silsileye ye, silsile jî Fîskaya ye. Tişta ku gumana cihê qesrê zelal dike ew e ku Îbnî Xaldun dibêje ev qesir bi dîwarê Bircên Diyarbekirê ve zeliqandî ye. Evliya Çelebî jî wexta tê Diyarbekir bo vê qesrê dibêje ji aliyê Mehmet Paşaê Bisimbêl ve hatiye çêkirin lê dîwanxanek nava qesrê de ye ku ew dîwanxane ji beriya siltanê wê demê maye.”

Dewleta Merwaniyan dewletek girîng a Kurd e ku di navbera salên 983-1085ê de ji Erdeşêra Wanê heta Neynewayê desthiltdarî kiriye. Dewleta Merwaniyan girîngî daye çand, huner, zanist, avahîsazî û endazyariyê ku berhemên girîng û navdar ên wek Pira Deh Derî, Birca Keçikê û Pira Malabadê di serdema Merwaniyan de hatine avakirin û xaniyên dîrokî yên Mêrdînê jî bi parastina û xwedîlêderketina Merwaniyan ji ruxînê rizgar bûne û bi keda Merwaniyan dîmenê bedew ê Mêrdînê gihiştiye roja me.