Îran ava çemê Sîrwan kêm berdide.. Germiyan dibe beyabanê

Ji ber kêmiya baranê û girtina beşeke mezin ya ava Sîrwan ji aliyê Îranê ve, devera Germiyê dibe beyaban.

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber kêmiya baranê û girtina beşeke mezin ya ava çemê Sîrwan ji aliyê Îranê ve, pisporên jîngehê hişyariyê didin, heger pirsgirêk neyin çareserkirin, devera Germiyanê dê bibe beyaban.

Ji çend rojan ve ye ava çemê Sîrwan bi awayekî berçav kêm bûye. Rêveberiya Ava Germiyanê jî daxwaz ji xelkê Germiyên dike, ava vexwarinê biparêzin, ji ber ku ew wek pêwîst nikarin avê dabîn bikin.

Berdevkê Rêveberiya Ava Germiyanê Salar Ezîz ji K24ê re got: “Ji ber avakirina çendîn bendavan ji aliyê Îranê ve, ava çemê Sîrwan bi awayekî berçav kêm bûye.

Ji aliyekî din ve, Rêveberê Bendava Derbendîxanê Rehman Xanî got: “Îsal barîna barên gelekî kêm bû, vê yekê jî bi awayekî rasterast bandor li ser jêderên avê kiriyê. Herwiha avakirina bendavan ji aliyê Îranê ve, bandor li ser kêmbûna ava Derbendîxanê kiriye.”

Pisporên jîngeh û avê hişyariyê didin ku metirsî heye Germiyan bibe beyaban û daxwaz ji xelkê dikin debara xwe bi ava ku ji jêderên navxweyî diherikin bendava Derbendîxanê bikin. Ji ber ku ji sedî 70 ji ava Derbendîxanê ji nava xaka Îranê ve dikeve wê bendavê.

Li sînorê îdareya Germiyanê, zêdetir ji 108 hezar donim zevî bi ava Derbendîxanê tên avdan. Ligel wê jî 3 qeza û 5 nahiya ji sedî 60 ava xwe ya vexwarinê ji ava Sîrwanê dabîn dikin.