Li Bexdayê berpirsekî DAIŞê hat desteserkirin
Êrîşeke DAIŞê li bajarê Samera hat têkbirin. Li başûrê Bexdayê jî be berpirsê darvekirinê yê "wîlayeta Felluce" yê rêxistina DAIŞê hat desteserkirin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Êrîşeke DAIŞê li bajarê Samera hat têkbirin. Li başûrê Bexdayê jî be berpirsê darvekirinê yê "wîlayeta Felluce" yê rêxistina DAIŞê hat desteserkirin.
Jêderekî ewlehiyê li parêzgeha Selahedîb ragihand; hejmarek çekdarên DAIŞê êrîş kirin ser devereje başûrê bajarê Samera û ji aliyê hêzên ewlehiyê û serbazan ve êrîşa wan hat têkbirin.
Dezgeha Îstixbarata Iraqê jî eşkere kir; berpirsê darvekirinê yê "wîlayeta Felluce" yê rêxistina DAIŞê yê bi navê Aşûr Ni'êmî ku bi navê Aşûr Sefah tê nasîn, li başûrê Bexdayê li devera Dore hat desteserkirin.