Cîgira Konsolê Hollanda li Hewlêrê: Şanaziyê bi jinên kurd dikim
Cîgira Konsolê Hollanda li Hewlêrê Maaike Keizer dibêje, li Herêma Kurdistanê jinên jîr û jêhatî hene.
Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgira Konsolê Hollanda li Hewlêrê Maaike Keizer ragihand, li Herêma Kurdistanê jinên jîr û jêhatî hene, lê ji bo pêşerojê jî em dikarin bibêjin ku rêyeke dirêj li pêş jinê ye.
Maaike Keizer bi boneya roja 8ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanî ji K24ê re got: “Li Herêma Kurdistanê jinên bi karîn, wêrek û jêhatî hene û ev jin her tim ji min re cihê şanaziyê ne.”
Diyar kir, heger çi karekî baş hatiye kirin jî, lê ji bo wekheviya jin û mêran, rêyeke dirêj heye û ev yek jî zehmetî tê de heye.
Ew berpirsa di Konsolxaneya Hollandayê de diyar kir, welatê wê jinên kurd dibe Hollandayê û wan perwerde dike, da ku di warê serkirdayetîkirinê de zêdetir karînên wan xurt bibin.