Welatiyekî Duhokê 10 milyon nêrgizan çandine
Ew cotkar hewl dide gula nêrgizê wek guleke kurdî li cîhanê bide naskirin
Duhok (K24) – Welatiyekî parêzgeha Duhokê 10 milyon nêrgiz çandine û hewl dide gula nêrgizê wek guleke kurdî li cîhanê bide naskirin û salane festîvaleke taybet bi nêrgizan saz dike. Lê ji ber belavbûna vîrûsa Koronayê, ev du sal in, festival nayê kirin.
Devera Bablo ya ser bi Duhokê ve ku heyama wê sar û çiyayî ye, ji bo çandina nêrgizan gelekê lêhatî ye. welatekî Duhokê nêzîkî 10 milyon nêrgiz çandine.
Ji ber ku bi milyonan nêrgiz li wê deverê tên çandin, salane festîvaleke taybet bi nêrgizan saz dike. Lê ji ber belavbûna vîrûsa Koronayê, ev du sal in, festival nayê kirin. Ligel wê jî daxwazeke zêde li ser nêrgizên Duhokê ji navxwe û derveyî welat jî heye.