Serokên partîyên sîyasî salvegera kîmyabarana Helebceyê bibîr anîn
Li Tirkîyê serokên partîyên sîyasî bi boneya 33emîn salvegera kîmyabarana Helebceyê li ser medyaya civakî Twîtterê peyam belav kirin.

Enqere (K24) – Li Tirkîyê serokên partîyên sîyasî bi boneya 33emîn salvegera kîmyabarana Helebceyê li ser medyaya civakî Twîtterê peyam belav kirin. HDP, Serokê Partîya Doza Azad Huda-Parê Îshak Saglam, Serokê Partîya Pêşerojê Ahmet Davutoglu, Serokê Partîya DEVAyê Alî Babacan, Serokê Partîya Saadetê Temel Karamolloglu û parlamenterê Kurd yê CHPê Sezgîn Tanrikulu Jenosîda Helebceyê bibîr anîn û şermezar kirin.
HDP li ser hesabê xwe yê Twîtterê bi Kurdî peyamekê belav kir û got;
“Helebce ji bîr nabe û nayê jibîrkirin. Ji bo ku Helebceyên din neqewimin, ji duh zêdetir pêdiviya gelê Kurd bi yekîtî û hevgirtinê heye. Di 33’yemîn salvegera wê de em hemû qurbaniyan bi rêzdarî bi bîr tînin.”
Serokê Partîya Doza Azad Huda-Parê Îshak Saglam bi daxuyanîyekê nivîskî 33yemîn salvegera kîmyabarana Helebceyê bibîr anî. Saglam da zanîn, piştî komkujîyê hemû cîhan û alema Îslamê bêdeng man, lewra qurbanîyên wê Kurd û misilman bûn. Her wiha Huda-Par,Amerîka, Almanya, Brîtanya û welatên Rojavayê wek berpirsê bê komkujîyê dibîne û ji Tirkîye û welatên Îslamê daxwaz dike ku ev roj wek Jenosîda Enfalê bê qebûlkirin.
Serokê Partîya Pêşerojê Ahmet Davutoglu di peyama xwe da got, “Komkujîya Helebceyê ev 33 sal in hêj aş nebûye. Jin û zarok bi hezaran mirovên sivîl û bêguneh li Helepceyê hatin qetilkirin. Ez xwşik û birayên xwe bi rehmet bibîr tînim.”
Serokê Partîya DEVAyê Alî Babacan jî got, “ez kesên k udi Komkujîya Helebceyê da hatine kuştin bi rehmet bibîr tînim. Di dîroka mirovahîyê da yek ji rûpelên herî rûreş e ev komkujî.”
Serokê Partîya Saadetê Temel Karamolloglu jî di peyama xwe da bi Kurdî dest pê kir û got, “zarokên piçûcik gotin, daye bêhna sêva tê, û jîyana xwe jidest dan. Yek ji komkujîyên herî hov yê dîroka mirovahîyê Komkujîya Helebceyê ye.
Her wiha parlamenterê Kurd yê CHPê Sezgîn Tanrikulu jî bi Kurdî peyamekê belav kir û got, “Dayê bêhna sêvan tê…” Îro sersala komkujîya Helepçêyê ye. Qirkirin bi xazên ku bêhna sêvan jê dihat hat kirin. 16ê meha adarê ji bo me roja reş e. Em tû carî ji bîr nakin.”