Mesrûr Barzanî bi fermî Şêxê El Ezherê vexwende Kurdistanê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî vexwendnameyeke fermî arasteyî Şêxê El Ezherê kir, da ku serdana Herêma Kurdistanê bike.

Wezîrê Ewqafê vexwendnameya Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşkêşî Şêxê El Ezherê kir
Wezîrê Ewqafê vexwendnameya Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşkêşî Şêxê El Ezherê kir

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî vexwendnameyeke fermî arasteyî Şêxê El Ezherê kir, da ku serdana Herêma Kurdistanê bike.

Li gor ragihandina Wezareta Ewqafê, di çarçoveya serdanekê de bo Misirê, Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî yê Herêma Kurdistanê Piştîwan Sadiq bi Şêxê El Ezherê Dr. Ehmed Teyîb re civînek pêk anî û vexwendnameyeke fermî ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşkêşî wî kir, da ku bi fermî serdana Herêma Kurdistanê bike.

Li gor daxuyaniyê, tevî vexwendinê, Wezîrê Ewqafê rêz û hurmeta serkirdetiya Herêma Kurdistanê û melayên Kurdistanê bo rola Zanîngeha El Ezherê ya gihandina peyama pîroz a Îslamê, ji Şêxê El Ezherê re gihandiye.

Herwiha Wezîrê Ewqafê Piştîwan Sadiq û Şêxê El Ezherê Ehmed Teyîb li ser xwendekarên Herêma Kurdistanê yên li zanîngeh û navendên perwerdehiyê yên El Ezherê gotûbêj kirine.

Şêxê El Ezherê Ehmed Teyîb jî behsa rola zana û rewşenbîrên Kurd di xizmeta ol û misilmanan de kiriye û Herêma Kurdistanê jî weke cihekî aram û cihê pêkvejiyanê bi nav kiriye û kêfxweşiya xwe li ser vexwendina Serokwezîrê Herêma Kurdistanê nîşan daye.

 

Fly Erbil Advertisment