Nivîskara Misrî ya navdar Dr. Newal Al-Saadawî koça dawiyê kir

Nivîskar û berevanîkara li mafên mirovan û bijîka navdar a Misrî Newal Al-Saadawî îro di temenê 90 saliyê de koça dawiyê kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Nivîskar û berevanîkara li mafên mirovan û bijîka navdar a Misrî Newal Al-Saadawî îro di temenê 90 saliyê de koça dawiyê kir.

Mone Hilmî, keça Newal Al-Saadawî ragihand, diya wê ku ji çend rojan ve nexweş e, îro li nexweşxaneyê koça dawiyî kir.

Newal Al-Saadawî di sala 1931an de ji dayik bûye, bijîşk, nivîskar û romannivîseke Misrî ye ku di warê mafên mirovan bi giştî û mafên jinan di Îslamê de bi taybetî dinivîsî.

Newal Al-Saadawî yek ji girîngtirîn nivîskarên Misrî û ereb e û hejmarek ji xelatên navnetweyî wergirtine.