Li Diyarbekirê ciwanekî xwe fêrî çêkirina xemlên perdeyan kiriye

Huseyîn Kaçmaz hêj 24 salî ye û bi hewldanên xwe fêrî çêkirina xemlên perdeyên malan dibe.

Diyarbekir (K24) – Huseyîn Kaçmaz hêj 24 salî ye û bi hewldanên xwe fêrî çêkirina xemlên perdeyên malan dibe û niha li Diyarbekirê take atolyeya çêkirina wan puskul û xemlên perdeyan vekiriye. Kaçmaz tîne ziman ku bavê Wî karê perdeyên malan dikir û wî jî, ji zarokatiya xwe ve li ber destê bavê xwe kar kiriye. Lê çavdêrî dike ku li Diyarbekirê kesekî ku puskul û xemlên perdeyan çê dike tune ye û dest bi wî karî dike.

Huseyîn Kaçmaz ji zarokatiya xwe ve li ber destê bavê xwe zêdetir di karê çêkirin û firotina perdeyan de û carina jî di karê meremerê de kar dike. Piştî dikanên perdekarîyê zêde dibin, dahatiya wî karî jî kêm dibe. Huseyîn jî, ji ber di nav karê çêkirina perdeyan de ye, dibîne ku li Diyarbekirê, çêkirina xemlên perdeyan tune ye û di wê pişeyê de valahiyekî heye.

Huseyîn Kaçmaz ji bo fêrî çêkirina wan berhem û xemlên perdeyan bibe, 3 sal berê diçe stembolê, lê li wê derê jî, kes naxwaze vê pişeyê fêrî Wî bike. Lê ew bibiryar e ku di wê pişeyê de li Dİyarbekirê kar bike. Vedigere û bi çêkirin û xirabkirina wan berheman xwe fêrî çêkirina xemlên perdeyan dike.

Huseyîn Kaçmaz ji K24ê re got: "Stenbolê vî kara fêrî min nekir û ez jî vegeriyam. Min got ku divê ez vî karî fêr bibim. Yani min got tekez divê ez hilberîna vî kara bikim. Herdû rojên ewil min gelek zehmetî kişand û ez nerihet dibûm. Min dikir ne dikir lihev nedihat. Lê min têkoşîna xwe ber neda û piştî 3-4 rojan hêdî hêdî fêrbûm. Min çend ji wan puskulên xemlê çêkir. Me gelek zehmetiyan kişand û min gelek jî zirar kir. Di destpêkê de, gişt melzemeyê min fîre dida û hemû zirarbû. Lê wisa wisa, şikir ez fêrbûm û wê demê min rojane teqrîben 20 berhem dikaribû çe bikim, lê niha dikarim rojane 200-300 berhem çê bikim."

Di destpêkê de, zirar kiribe û zehmetiyan kişandibe jî, niha ji 80 dikanî zêdetir perdekar ji Huseyîn Kaçmaz xeml û puskulên perdeyan distînin û 3 sal e tenê ew di vê pişeyê de dest bi hilberînê kiriye.

Umit Gunduzê 32 salî jî, ji zarokatiya xwe ve perdekarî dike û tîne ziman ku puskul û xemlên perdeyan gelek girîng in û hebuyîna hilberîna wan li bajêr, hem karhêsanî û hem jî erzanî ye.

Umit Gunduzê dibêje: "Me melzemeyên xwe yên xemlê ji kirî û em wan puskul û xemlan mişterî çewa bixwazin li gor daxwazên welatiyan em reng û teşeyê didinê. Em dibin malên wan û ew jî diecibînin. Yanî perde şîn be em puskula wê şîn lê dixin û li gor rengan, bi mobîlya û xaliyên malê re li hev tînin. Puskul û xeml di başkan de pir xweş disekinin. Yanî xemil nebe perde jî çiqas xweşik be xwe nişan nade. Pir girîng e."

Li her malekî û avahiyekî, pêwistiyeke sereke perde ne, lê çêkirin, amadekirin û lihevanîn di karê perdeyan de jî girîng tê nirxandin û Huseyîn Kaçmaz û perdekar jî balê dikşînin ku mal bi perdeyan hem tên nixamtin, hem jî xwe nişan didin.