Akrê.. Grûpeke xwebexş xwedî li hespên beredayî derdikeve

Grûpeke ajeldost a xwebexş li Akrê bi awayekî rojane xwedî li hesp û mehînên beredayî derdikevin û wan diparêzin.

Akrê (K24) – Grûpeke ajeldost a xwebexş li Akrê bi awayekî rojane xwedî li hesp û mehînên beredayî derdikevin û wan diparêzin û daxwaz dikin ku aliyên pêwendîdar zeviyekê ji wan re veqetînin, ji bo lê werin parastin.

Di çend salên dawiyê de, li devera Akrê beredana hesp û mehînan bûye diyardeyeke berçav. Lê grûpeke ajeldost bi awayekî xwebexş lê xwedî derdikevin wan diparêzin.

Ajeldost Îmad Hecî dibêje: “Pêştir kar me hemû bi hespan bû, cotkar bi hespan diçûn nava zeviyên xwe û karên xwe pê dikirin, lê niha otomobîl derketine û ev hesp hatine berdan. Em wek grûpekê ji salekê ve li van hesp û mehînan xwedî derdikevin

Şîmal Hesen jî dibêje: “Em rojane li çiya û newalan digerin û xwarinê didin wan hespan, hespên nexweş jî derman dikin û wan diparêzin.”

Di vê derbarê de ajeldost Xidir Ebdal dibêje, armanca wan parastina van hesp û mehînan e û divê ciheke taybet ji bo van ajelan hatiba veqetandin, ji bo bikaribin xizmeteke zêdetir li wan ajelan bikin.