Li Herêmê dawî biryar li ser dewama dibistanan hat aşkerekirin
Deriyên dibistanan tenê ji bo pola 12'an dê vekirî bin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Komîteya Perwerde û Xwendina Bilind a Parlamentoya Kurdistanê Ebdulselam Doborî di konferanseke rojnamegerî de ragihand, deriyên dibistanan tenê ji bo pola 12'an dê vekirî bin û polên din jî dewam nakin."
Ebdulselam Doborî di daxuyaniyê de got, "Civîna Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê ya bê de dê biryarê bide, eger çi guhertinek were kirin."
Herwiha diyar kir: "Li gorî raporên Wezareta Tenduristiyê, haletên Koronayê li ber zêdebûnê ne û ji bo her biryareke din dê rewşa Koronayê li ber çavan bê girtin."
Ji aliyekî din ve, Serokê Zankoya Selahedîn Dr. Cewher Fetah ji K24 re ragihand, dê Ji roja Yekşemê ve zanîngeh û peymangeh vebin û dê dewam destpê bike.
Herwiha got: "Ji ber pabendbûna bi rêkarên tendirustiyê û rênimayên xweparêziyê, li Zanîngeha Selahadînê kêmtirîn haletên Koronayê hene."