Sûlava Bêgirî bûye navenda geştiyariyê
Sûlava Bêgirî ya li Wanê, rewş û demsal biguhêrin jî her tim wek xaleke ku xweşiyên ji xwezaya Kurdistanê peşkeş dike balê dikşîne.
Wan (K24) – Sûlava Bêgirî ya li Wanê, rewş û demsal biguhêrin jî her tim wek xaleke ku xweşiyên ji xwezaya Kurdistanê peşkeş dike balê dikşîne. Di serdema pandemiyê û demsala biharê de jî, bi berg û teşeya xwe dibe ciyê serdana kes û malbatên ku ji bo bêhnvedanê digerin.
Sûlava Bêgirî bi berg û teşe xwe ya biharê ye ku berfên hewildor dihele û avên rûbara şêlû dike de jî, wek beriya pandemiyê nebe jî, xaleke geşt û gerê ye. Ji ber rewşa pandemiyê geştiyarî kêm bûbe jî, malbat û ciwanên li hewildor, berdewam serdana sûlava Bêgirî dikin.
Firat Şahîn ji Wanê ye û yeke car e ku serdan li sûlava Bêgirî dike û tîne ziman ku ew gelk poşîmane ku heta niha nehatiye vî ciyê xweş.
Geştiyar Firat Şahîn dibêje: "Min gelek meraq dikir û ez yekem car e ku têm vê derê. 20 sal e ku li Wanê dijîm, lê hêj nû têm û vê derê dibinim. Ciyekî gelek xweş e."
Her çiqas demsal bihar be jî, lig elek ciyên Wanê û Serhedê hêj, berf jî li erdê ye û rengên biharê û berfê di vê demsalê de, li bêgirî jî li gel hev in.
Sefa Çîftçîler jî, bi grubekî hevalê xwe re, ji Erdîşa navçeya Wanê hatine û tîne ziman ku ew gelek ji xweza, berg û hewa ku li Bêgirîye dikin û loma jî her ku derfet dibînin serdan dikin.
Geştiyar Sefa Çîftçîler got: "Em jixwe ji Erdîşê ne û her kes xweşiya vê derê dizane. Dema ku em bixwazin biçin geşt û guzarî, vê derê tê bîra me û îro jî, me xxwest em bên vê berg û xwezayê bibinin. Piçek ji bo me dûr be jî, xweşiyên ku li vir hene me ber bi xwe ve dikşînin û her ku em derfet dibînin serdana sûlava bêgirî dikin."
Sûlava Bêgirî, her demsal teşe û bergên cuda bistîne jî, her tim ciyekî wek meraq û bêriya hezkriyên geşt û guzarî ye.