Li Diyarbekirê qada geştiyariyê geş dibe

Di Sibata îsal de 60 hezar û 815 geştiyaran serdana Diyarbekir kirine.

Diyarbekir (K24) – Bi hatina biharê re li Diyarbekirê qada geşt û guzariyê jî geş bû. Geştiyariya ku di sala 2020an de ji ber koronayê zirareke mezin dît îsal ji bo bajêr hêviyek xurt e ku sûdê bide aboriyê. Li gorî daneyê Gerînendehiya Çand û Geştiyarî Ya Diyarbekir di sala 2020an de di rêjeya geştiyaran de li gorî sala 2019an %29 daketin çêbûye.

Bergiriyên Vîrusa Koronayê hatin sistkirin, bihar hat, serdema geşt û guzariyê dest pê kir. Di sala 2020an de jî geşt û guzariya serdema bihar û havînê mabu di dile xelkê de. Ji ber vê yekê di bihar a îsal de li gorî salên borî eleqeyeke baş bo şunwarên dîrokî heye. Welatiyên ku hem di mal de bêhna wan teng bibu û hem bêriya xwezayê û şunwarên dîrokî kiribun berê xwe didin geştê. Di dawiya hefteyê de jî Pira Deh Derî ya Dîrokî ji geştiyaran tije bu. Geştiyar amaje dikin ku ew ê îsal têra 2 salan geştê bikin.

Geştiyar:  "Diyarbekir bajareke wisa ye ku hêjayî dîtinê ye. Ji ber koronayê demeke direk me nekarî em derkevin derve û geştê bikin. Me xwest bi dîtina Diyarbekir em dest bi geştê bikin. Di her aliyek Diyarbekir de bêhna dîrokê heye. Bajarek gelek xweş e."

Geştiyar: "Diyarbekir yek ji mezintirîn bajarên vê herêmê ye. Em hatin hatin ku Diyarbekirê binasin. Ev 2 roj in ez li Diyarbekirê diğerim. Beriya niha ez ji vir derbas bibum lê negeriyabum. Mabu dile min de. Ji aliyê çandî ve jî û ji aliyê olî ve jî bajarek dewlemend e. Divê mirov vî bajarî binasin."

Geştiyar: "Ez ji Çewligê hatim. Min zarok jî anîn ez hatim. Li wê derê berfir hebu.Li vê derê tav heye. Hewa xweş e. Îro roja betlaneya min bu. Em jî hatin ji xwe re bigerin."

Geştiyar:  "Em nu hatin vê derê. Em digerin. Xweş e. Ez memnun in."

Geştiyar:  "Ez ji Agiriyê hatim. Pira Deh Derî jî gelek xweş e. Roja me baş derbas dibe."

Sûra Diyarbekir a dîrokî jî wekî her serdema geştiyariyê de dibe yek ji navendên geştiyaran ku bi avahiyên xwe yên dîrokî û bedew geşthezan dikêşe cem xwe. Geştiyar gelek jê hêz dikin ku di nava avahiyên dîrokî otantik de wext derbas bikin. Rêveberê yek ji van avahiyan Muharrem Erbay dibêje gelek kesên ku di serdema koronayê dêruniya wan bibandor buye bi teybetî dixwazin avahiyên bihewş de runin û ev yek bo wan terapiyekê ye jî.

Geştiyarkar: "Îsal eleqeyeke baş heye. Ji nava Diyarbekir jî ji derveyî Diyarbekir jî gelek kes tên. Tên nava Surê digerin. Bi teybetî tên nav xaniyên dîrokî. Ji xaniyên dîrokî hes dikin. Gelek xaniyên dîrokî ji nu ve hatin restorekirin. Demek dirêj mirov di mal de wekî girtîgehê de bun. Niha tên van xaniyên bihewş de rudinin. Enerjiyek mezin li vir heye. Bo me jî baş e, bo wan jî baş e."

Li gorî daneyên Gerînendehiya Çand û Geştiyariyê Ya Diyarbekir di sala 2019an de 529 hezar 138 geştiyaran serdana Diyarbekirê kirine û ev hijmar di sala 2020an de ji ber Koronayê daketiye 376 hezar û 608 kesan û rêjeya geştiyaran %29 daketiye. Dîsa li gorî daneyan di meha sibat a îsal de 60 hezar û 815 geştiyaran serdana Diyarbekirê kirine û armanc ew e ku îsal hijmara geştiyaran ji 500 hezarî zêdetir bibe.