Li Hewlêrê pisîkek çûçikan xwedî dike
Li bajarokê Herîrê yê ser bi navçeya Şeqlawe ya parêzgeha Hewlêrê, bûyereke gelek kêm diqewime; pisîkek çûçikan diparêze.
Hewlêr (K24) – Li bajarokê Herîrê yê ser bi navçeya Şeqlawe ya parêzgeha Hewlêrê, bûyereke gelek kêm diqewime; pisîkek çûçikan diparêze û xwediyê pisîk jî hejmara çûçikan zêde dike û wan li cem pisîkê xwe dihêle.
Cîhangîr ku xwediyê pisîk e, bi hatina demsala biharê, 20 çûçikên din anîne cem pisîk û ew jî çûçikan diparêze.
Pisîk, bûye du sal xwe bi xwedîkirina çûçikan girtiye, ji ber ku çûçikên sala borî mezin bûn, xwediyê pisîk jî di vê biharê de jê re hejmarek çûçikên din anîne.
Xwediyê pisîk diyar kir ku carekê çûçik anîne malê, dîtiye ku pisîk zirar negihandiye wan û pir kêfa wî hatiye.
Herwiha dibêje ku biryar daye îsal jî çûçikan bîne û deyne cem wî û ji bo vê yekê jî pir li çûçikan geriyaye.