Wezareta Rewşenbîriya Kurdistanê hemû çalakiyên xwe radiwestîne
Ji ber bilindbûna rêjeya pêketina bi Koronayê, Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Herêma Kurdistanê, hemû çalakî û kombûnên xwe radiwestîne.
Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber bilindbûna rêjeya pêketina bi Koronayê, Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Herêma Kurdistanê, hemû çalakî û kombûnên xwe radiwestînin.
Wezareta Rewşenbîrî û Lawan di daxuyaniyekê de ragihand, “Wek em agahdar in, demek e bi awayekî bilez û berçav şepêleke din a vîrûsa Koronayê li Herêma Kurdistanê belav bûye. Li gor hişyariyên Wezareta Tendirustiyê, eger rewş bi vî awayî be, di demeke kurt dê rewş ji bin kontrolê derkeve.”
Di daxuyaniyê de hatiye, Wezareta Rewşenbîrî û Lawan di çarçoveya hilmeta xweparêziyê de, tevahiya rêvebertî û hemû organên têkildarî sektorên karûbarên wezaretê agahdar kirine ku hemû çalakî û kombûnan rawestînin.
Ev biryarên Wezareta Rewşenbîrî û Lawan heta dema Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê rênimayên nû derdike dê berdewam be.