Serok Barzanî ji bo koça dawiyê ya diktor Nemam Xefûrî peyameke serxweşiyê belav kir
Serok Barzanî hevxemiya xwe ligel malbata wê nîşan da.
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî ji bo koça dawiyê ya Diktor Nemam Xefûrî ku ji heyama 7 salan ve xizmeta koçber û penaberan dike û alîkariya kurdên Êzidî û Rojava dike, peyamek belav kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de got: “Bi xemeke mezin ve nûçeya koça dawî ya Doktore Nemam Xefûrî gihîşt me ku li karê xêrxwazî û mirovî û bihanaveçûna koçber û xûşk û birayên me yên Êzîdiyan de roleke ber bi çav hebû û kedeke wê ya zêde hebû.”
Serok Barzanî ku peyama xwe peyama xwe arasteyî malbata Kake Ziyadê Koye kir, tê de got: “Sersaxiyên xwe pêşkêşî we yên birêz û kesûkar û nasên we û hemû heval û hevkarên Doktore Nemam dikim. Ji xwedayê mezin hêvîdar im ruha xwedê jêrazî bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşe.”
Dr. Nemam Mehmûdaxa Kake Ziyad Xefûrî, bijîşka nexweşiyên dil û çalakvan û Rêvebera Joint Help for Kurdistan, ku rêxistineke Swêdî bû ji bo piştevanî û alîkariya Kurdistanê û bi taybetî ji bo xelkê Şingalê hatibû damezrandin, ji ber nexweşiya Koronayê, li nexweşxaneyeke Stokholmê jiyana xwe ji dest da.
Dr. Nemam ku welatê Swêdê dijiya, dema DAIŞê êrîşî Herêma Kurdistanê kir û Şingal dagir kir, wê rêxistineke mirovî bi alîkariya bijîşkên Kurd ên li Swêdê û çalakvanan damezrand û dest bi berhevkirina alîkariyan ji bo welatiyên Êzidî yên ji êrîşên DAIŞê zirar dîtine, kir.