Qedexeya çûnûhatinê li Rojavayê Kurdistanê hate ragihadin

Li Heseke, Qamişlo û Reqayê qedexeya giştî hat ragihandin.

Bajarê Qamişlo
Bajarê Qamişlo

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Xweser di daxuyaniyekê de ji ber zêdebûna haletên pêketina bi vîrûsa Koronayê qedexeya çûnûhatinê ragihand.

Li gor wê biryarê, qedexeya giştî li Heseke, Qamişlo û Reqayê dibe û li bajrên din yên Rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xweser qedexeya sînordarkirî ji demjimêr 4ê piştî nîvro û heta 6ê sibehê dibe.

Li gor biryara qedexeyê:

- Tevahî kombûn (Şahî, konên sersaxiyê, civîn, nimêjin li cihên îbadetê û tevahî kombûnên din) ji 3'ê Nîsana 2021'an qedexe ne.

- Tevahî xwaringeh, kafe, kafeterya û bazarên gelêrî têne girtin, karê li xwaringehê di demên derveyî qedexeyê de ku daxwazên derve bi cih tînin.

- Tevahî dibistan, zanîngeh û peymangeh tên girtin.

- Dergehên sînorî têne girtin, ev yek rewşên mirovî, nexweş, xwendekar û tevgera bazirganiyê di nav xwe de nagire.

- Ji ber zêdebûna pêketiyan li bajarên Qamişlo, Hesekê û Reqayê li van bajaran qedexeya derketina derve ya giştî ji sibeha roja Sêşemê 6'ê Nîsana 2021'an ji 06:00'an heta roja Duşemê 12'ê Nîsana 2021'an tê ferzkirin. Qedexeya giştî (Firne, sûkên zebzeyan, nexweşxane, dermanxane, dikanên bazirganiyê, derman, sotemenî, tîmên tenduristiyê, cotkar û ragihandin) di nav xwe de nagire.

- Bikaranîna maskan li tevahî cihên li tevahî welatiyan tê ferzkirin, kesên ku li xwe nekin, bi hezar lîreyên Sûrî tê cezakirin.