Şepêleke gaza jehrî ber bi herêmê ve tê

Li gor pêşbîniyan, şepêleke mezin a Sulfur dîoksît (So2) ber bi welatên Şam, Iraq, Herêma Kurdistanê û Tirkiyê tê.

Navenda Nûçeyan (K24) – Pisporekî keşûhewayê radigihîne, li gor pêşbîniyan, şepêleke mezin a Sulfur dîoksît (So2) ber bi welatên Şam, Iraq, Herêma Kurdistanê û Tirkiyê tê û hişyarî tên dayîn ku bandora wê gazê li ser çav û henasedanê dibe.

Berdevkê Rêveberiya Keşnasî û Erdhejan a Herêma Kurdistanê Ehmed Mihemed ji K24ê re ragihand, ew gaz şeva borî ji encama derbûna volkana Etna li girava Sîqîlyayê dirust bûye û di heyama 48 demjimêran de dê ber bi navçeyê ve were.

Berdevkê Rêveberiya Keşnasî û Erdhejan diyar kir, tê çaverêkirin ew şepêla gaza Sulfur dîoksît di 24 heta 48 demjimêran bigihe Herêma Kurdistanê.

Herwiha got jî: "Eger di dema hatina vê şepêla gaza bi jehr de baranê bibare, wê demê dê bibe sedema baraneke aside, lê ev du roj in li Kurdistanê baran nabare."

Şeva borî volkana çiyayê Etîna li grava Sîqîlyayê 17 caran li ser hev gur bû û agir û dûman avêt. Tê payîn ku volkan ji bo demekê jî dewam bike.

Sulfur dîoksît gazeke jehrî ye eger di hewayê de zêdetir bibe. Ew bê reng e û bêhneke wê ya nexweş heye û bi awayekî xwezayî ji çalakiya volkanîk û dejenerebûna hêmanên organîk pêk tê.

Berdevkê Rêveberiya Keşnasî û Erdhejan hişyarî jî da, "Di vê keşûhewayê de mirov Sulfur dîoksît  bihn dike û dibe sedema şewitandina çav û komendamên henasedanê. Dikare jî di dilopên avê de bihele da ku bibe barana asîdê ya bi zerar."