Babacan: Roboskî li benda edaletê ye

Babacan li ser komkujîya Roboskîyê got, “Şirnex û Roboskî li benda edaletê ye.”

Serokê Partîya DEVAyê Alî Babacan
Serokê Partîya DEVAyê Alî Babacan

Enqere (K24) – Serokê Partîya DEVAyê Alî Babacan, li bajarê Şirnexê di kongreya partîya xwe ya da axivî. Babacan li ser komkujîya Roboskîyê axivî û got, “Şirnex û Roboskî li benda edaletê ye.”

Serokê Partîya DEVAyê Alî Babacan, li bajarê Şirnexa bakurê Kurdistanê di 1emîn Kongreya partîya xwe da gotarekê pêşkêş kir û got, “Em baş dizanin ka di sala 1994an da li gundên Şirnexê çi qewimîn. Di encama têkoşîna hiqûqî ya Tahîr Elçî da, pişt 26 salan Dadgeha Destûra Bingehîn wê bûyera dilşewat ronî kir. Lê Şirnex hêj li benda edaletê ye.”

Her wiha wezîrê berê yê aborîya Tirkîyê û serokê DEVAyê Babacan, li ser komkujîya Roboskîyê jî destnîşan kir,” Şirnex ji bo li Roboskîya Qilebanê 34 welatîyên me ku jîyana xwe ji dest dan li benda edaletê ye. Bi awayekê rêkûpêk lêpirsîna hiqûqê nehat kirin. Tu kes hisabê vê bûyerê neda. Kesên berpirsyar eşkere nebûn. Tu kes derneket û lêborînê nexwest. Dilê me ne qaîl e ku hemwelatîyên me di navbera gefên rêxistina terorî û kiryarîyên derhiqûqî yê dewletê da bimînin. Em ê girî û zêmarên Kurdî yên ku li vî axî tên lorandin li Enqereyê di dilê xwe da hîs bikin. Ji bo em êş û kedera wan zêmaran sivik bikin çi ji destê me hat em ê bikin. Em ê li hemberî qêrîna vê erdnîgarîyê guhên xwe negrin.”

Fly Erbil Advertisment