Mesrûr Barzanî: Helbestvan Ehmed Dilzar gelek xizmet ji wêje û çanda kurdî re kiriye

Têkoşer û Helbestvanê kurd Ehmed Dilzar ji ber vîrûsa Koronayê îro li Hewlêrê di temenê 101 saliyê de koça dawiyê kiribû.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya koça dawiyê ya helbestvanê kurd ê welatparêz Ehmed Dilzar peyameke sersaxiyê belav kir û hevxemiya xwe tê de nîşan da.

Bi xemgîniyeke mezin min nûçeya koça dawiyê ya helbestvanê kurd ê welatparêz û têkoşer Mamoste Ehmed Dilzar bihîst ku gelek xizmet ji wêje û çanda kurdî re kiriye. Pirsa û sersaxiyê li malbata wî ya têkoşer dikim û hevbeşê xema wan in. Xwedêyê giyanê wî bi beheştê şad bike û aramiyê jî bi kesûkarên wî bibexişe.

Têkoşer û Helbestvanê kurd Ehmed Dilzar ji ber vîrûsa Koronayê îro li Hewlêrê di temenê 101 saliyê de koça dawiyê kiribû.

Ehmed Dilzar sala 1920 li bajarê Koye yê Herêma Kurdistanê ji dayîk bibû. Bi sedan helbest bi zimanên kurdî û erebî nivîsiye.